Bikaranîna pêşnavên şêx, seyîd û mele ji bo cihên kar û şirketan hat qedexekirin

Birêvebiriya Giştî ya Tomara Şirketan a Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê ya Herêma Kurdistanê, bikaranîna pêşnavên olî yên wekî Şêx, Mela û Seyîd û navên kesayet û sembolên niştimanî li ser tabela û cihên bazirganiyê bi temamî qedexe kir.

5 Hezîran 2026 - 10:43
5 Hezîran 2026 - 10:43
 0
Bikaranîna pêşnavên şêx, seyîd û mele ji bo cihên kar û şirketan hat qedexekirin

Birêvebirê Giştî yê Tomara Şirketan Bilind Mem ji ajansa Rûdawê re ragihand ku li gorî rêziknameya hejmar 15an a sala 2022yan, tomarkirina navên olî û sembolên niştimanî ji bo cih, şirket û tabelayên bazirganiyê qedexe ye.

Bilind Mem destnîşan kir ku ev biryar hemû cihên bazirganiyê li xwe digire.

Cezayê pereyan ji bo binpêkaran

Birêvebirê Giştî yê Tomara Şirketan hişyarî da ku her kesê ku bêyî destûr û tomarkirina fermî van navan ji bo karên bazirganiyê bi kar bîne dê bi pereyan were cezakirin.

Bilind Mem da zanîn ku cezayê pereyan ji 100 hezar dînarî dest pê dike û heta milyonek dînarî diçe û anî ziman:

"Divê nav bi temamî bi cureyê kar û cihê bazirganiyê re guncav be."

Rewşa dikanên kevn

Bilind Mem li ser wan cihên ku beriya derketina vê rênimayê ev nav û pêşnav bi kar anîne û destûra wan a fermî heye eşkere kir ku ev biryar wan li xwe nagire û diyar kir, ji ber ku tomarkirina wan beriya derketina qanûn û rêziknameyê bûye, ti rêkarên yasayî li hemberî wan nayên standin.

Bilind Mem li pey çû û got:

"Ji bo ku rûmeta wan navan were parastin, êdî destûr nayê dayîn ku navên olî û navên sembolên niştimanî ji bo armancên bazirganiyê werin bikaranîn."

 

Ev nûçe bi tevahî 11 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:46:38