Bingeha Serbazî ya Eyn Esedê hat moşekbarankirin
Çavkanî eşkere dikin ku, Bingeha Serbazî ya Eyn Esedê li rojavayê Îraqê hat moşekbarankirin.

Çavkaniyan duh (Duşem, 05.08.2024) eşkere kir, “Bingeha Serbazî ya Eyn Esedê, ku dikeve rojavayê Îraqê û ku hêzên Hevpeymanan tê de ne, hat moşekbarankirin. Heta niha jî zirarên wê moşekbaranê nehatine zanîn.
Ji 17ê Cotmeha 2023ê heta 25ê Tîrmeha îsal, zêdetirî 170 caran êrîşî ser bingeh û hêzên Amerîkayê li her sê welatên Îraq, Sûriye û Urdinê hatiye kirin.
Nûvekirina herî dawî: 06:50:29