Koşka Spî: Em dê bersivê bidin êrişa li Eyn Esedê

Koşka Spî ragihand ku Serokê Amerîkayê Joe Biden ji êrişa li Eyn Esedê hatiye agahdarkirin û gefa bersivdayînê xwar.

6 Tebax 2024 - 06:52
6 Tebax 2024 - 06:52
 0
Koşka Spî: Em dê bersivê bidin êrişa li Eyn Esedê

Şeva borî bi mûşekan êrişî Baregeha Leşkerî ya Eyn Esedê ya li parêzgeha Enbarê ya Îraqê hat kirin.

Koşka Spî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Joe Biden û alîkara wî Kamala Harris ji rewşê hatine agahdarkirin û got:

“Pêngavên ji bo parastina hêzên me hatin nîqaşkirin û em dê bi şêweyekî guncav û bi wayekî guncav bersivê bidin hemû êrişên ku karmendên me dikin hedef.”

Li gorî daxuyaniyê, Biden û Kamala Harris ji rûdanên dawiyê yên li rojhilata Navîn jî hatine agahdarkirin.

Daxuyaniyê amaje “bi rola Îranê ya di êrişan de” kir û got:

“Di civînê de êrişên Îran û hêzên bi ser Îranê ve hatin nirxandin ku Îsraîlê û hêzên Amerîkayê yên li herêmê dikin hedef.”

Hat ragihandin, di civînê de egera ku Îran êrişî Îsraîlê bike jî hatiye nîqaşkirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 669 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 09:17:41