Blinken: Di demeke nêz de Swêd û Fînlanda dê bibin endamên NATOyê

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ragihand, di demeke nêz de Swêd û Fînlanda bi fermî dê bibin endamên NATOyê.

9 Berfanbar 2022 - 03:54
9 Berfanbar 2022 - 03:54
 0
Blinken: Di demeke nêz de Swêd û Fînlanda dê bibin endamên NATOyê

Antony Blinken di konferanseke rojnamevanî de ragihand, tenê Tirkiye û Hungarya mane, da ku îmze li ser protokola endambûna Swêd û Fînlandayê li NATOyê bikin.

Blinken destnîşan kir: “Ti car proseya endamtiya welatek li NATOyê ji vê bileztir nebûye, 28 welat protokola tevlîbûna van du welatan pesend kirine û em kar li ser Hungarya û Tirkiye jî dikin.”

Herwiha diyar kir: “Ez piştrast im ku di demeke nêz de em dikarin her du welatan wek hevpeymanên xwe yên fermî namzed bikin.”

Beriya niha Serokomarê Tirkiyê dijayetiya xwe ji bo endambûna Swêd û Fînlandayê li NATOyê ragihandibû.

Ev nûçe bi tevahî 583 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:04:26