Seroka Hungaryayê serdana Herêma Kurdistanê dike

Katalin Novak dê serdana Herêma Kurdistanê bike û ji aliyê rayedarên payebilind ên Herêma Kurdistanê ve pêşwazî lê were kirin.

9 Berfanbar 2022 - 03:51
9 Berfanbar 2022 - 03:51
 0
Seroka Hungaryayê serdana Herêma Kurdistanê dike

Malpera Daily News a Hungaryayê ragihandiye, îro roja Înê 9ê Kanûna 2022yan, Seroka Hungaryayê Katalin Novak dê serdana Iraqê bike û di serdana xwe de jî, serdana serbazên welatê xwe û projeyên mirovî bike, ku bi serperiştiya bernameya alîkariyê ya Hungaryayê têne cîbicîkirin.

Li gor zanyariyên Kurdistan24ê, di wê serdanê de, Seroka Hungaryayê Katalin Novak dê serdana Herêma Kurdistanê bike û ji aliyê rayedarên payebilind ên Herêma Kurdistanê ve pêşwazî lê were kirin.

Ev serdana Seroka Hungaryayê, wek serdana duyem a seroka welatên cîhanê bo Herêma Kurdistanê tê dîtin, piştî serdana Serokê Fransayê.

Katalin Novak di 10ê Gulana 2022yan de wek yekem jin di dîroka Hungaryayê de wek serokomar hat hilbijartin û bû seroka herî ciwan a welatê xwe ku 44 salî ye.

Ev nûçe bi tevahî 531 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:16:13