Bo Şirnex û Colemêrgê hişyariya berfê

Saziya Keşnasiya Tirkiyê bo parêzgehên Şirnex û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê hişyariya berfa zêde da.

29 Adar 2023 - 10:43
29 Adar 2023 - 10:43
 0
Bo Şirnex û Colemêrgê hişyariya berfê

Roja 29ê Adarê derengê şevê tê çaverêkirin ku li rojhilatê parêzgeha Şirnexê û li parêzgeha Colemêrgê berfeke zêde bibare.

Saziya Keşnasiya Tirkiyê ragihand ku roja 29ê Adarê piştî nîvro li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê baran û berf bi hev re dibare û piştî nîvê şevê li Colemêrgê û rojhilatê Şirnexê ligel baranê berfeke zêde dibare.

Saziya Keşnasiya Tirkiyê ji welatiyan daxwaz kir ku ji ber qeşa û pûkê di dema hatûçûnê de baldar bin û tedbîrên pêwîst werbigrin. Herwiha bo hinek bajarên Bakurê Kurdistanê jî hişyariya ba û bahozê hatiye dayîn.

Ev nûçe bi tevahî 761 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:32:06