Brîtanya: Êrişa li Hewlêrê nayê qebûlkirin

Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê David Cameron got, “Êrişa li Hewlêrê binpêkirina serweriya Îraqê ye û nayê qebûlkirin.”

18 Çile 2024 - 09:54
18 Çile 2024 - 09:54
 0
Brîtanya: Êrişa li Hewlêrê nayê qebûlkirin

Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê David Cameron û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Davosa Swîsreyê civiyan.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê da zanîn ku David Cameron êrîşa Îranê ya li Hewlêrê bi tundî şermezar kiriye û wekî “binpêkirina serweriya Îraqê” bi nav kiriye.

Li gorî daxuyaniyê David Cameron aniyê zimên ku “Ji bo êrişkirina serweriya Îraqê ti hincet nîne û ev êrişa Îranê nayê qebûlkirin.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku Barzanî û Cameron li ser têkoşîna bi terora DAIŞê re hevra ne.

Herwiha di vê hevdîtinê de mijarên wekî, “xurtkirina pêwendiyên Brîtanya û Herêma Kurdistanê, girîngiya çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê û dabînkirina mafên aborî yên Herêma Kurdistanê” hatine nirxandin.

Ev nûçe bi tevahî 1121 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:19:50