Çavûşoglu: Paşgava Hewlêr girîng e lê ne bese

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşolu derbarê destpêşxeriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de got, biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê girîng e lê têrê nake.

26 Cotmeh 2017 - 07:29
26 Cotmeh 2017 - 07:29
 0
Çavûşoglu: Paşgava Hewlêr girîng e lê ne bese

Mevlut Çavuşoglu axaftina xwe ya di derbarê pêşniyara paşve gav avêtina Hewlêrê de wiha got: ““Paşvegavavêtina Bakurê Iraqê gaveke girîng e, lê têrê nake. Divê ev referandum bê betalkirin."

Çavuşoglu di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Barzanî fikir dikir ku heger referandumê pêk bîne dê destî li ser masayê gutogoyan bihêz bibe, lê diyar e niha lawaztir bûye. Gelê Kud ji vê yekê zerar dît.”

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê der heqê deriyên sînor yên di navbera Bakurê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê de jî wiha got: "Piştî ev derî bikevin destê Bexdayê heger hewce bike em ê deriyên sînor yê nû vekin."

Ev nûçe bi tevahî 1208 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:25:19