Çavuşoglu: Plana Amerîka bo nehêştina PKKê li Şingalê heye
Wezîrê Derva yê Tirkiyeyê Mewlût Çavuşoglu dibêje: Wezîrê Derva yê Amerîkayê Rex Tillerson ji wî re gotiye divê PKK li Şengalê nemîne.

Li gor rojnameya “Hurriyet” Çavuşglu derbarê naveroka hevdîtina xwe ya digel Rex Tillerson de axivî. Çavuşoglu got di hevdîtinê de wî ji Tillerson re gotiye ew qebûl nakin PKK li Şengalê bimîne. Ji bo Tirkiyeyê Qendîl çi be Şengal jî ew e.
Wezîrê Derva yê Amerîkayê Rex Tillerson jî ji Çavuşoglu re diyar kiriye ku ji bo dêrxistina PKKê ji Şengalê û ji her derî re, her cure pilana Amerîkayê heye. Ew ser meseleya Şengalê dê digel Tirkiyeyê tevbigerin.
Tillerson çend rojan berî niha serdana Tirkiyeyê kiribû digel rayedarên Tirkiyeyê civiyabû.
Nûvekirina herî dawî: 23:17:58