Cefer Emînkî: Hilbijartin dê îsal bên kirin
Cefer Emînî îro roja duşemê li Hewlêrê di kongreyeke rojnamevanî de ragihand, hilbijartinên îsal dê bên kirin û ti aliyek nikare rêgiriyê li pêşiya hilbijartinan çêbike.

Berpirsê Pêwendiyên Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Cefer Emînî îro roja duşemê li Hewlêrê di kongreyeke rojnamevanî de ragihand, hilbijartinên îsal dê bên kirin û ti aliyek nikare rêgiriyê li pêşiya hilbijartinan çêbike.
Berpirsê Pêwendiyên Giştî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku Herêma Kurdistakê di bin ti metirsiyeke yasayî û siyasî de nîne û rapirsiya jî hewlek e ji bo wêrankirina morale gelê kurd.
Herwiha Cafer Emînkî dibêje: ‘’Hemû amadekarî û hevkarî bo hilbijartinan hene û Serokê Herêma Kurdistanê dê di demek nêzîk de digel alîyên sîyasî bicive û ti aliyek nikare rêgirî li ber helbijartinan çêbike.’’
Nûvekirina herî dawî: 14:10:39