Çekdarên Desteya Tehrîr El-Şamê li Minbicê bi cih dibin

Çekdarên Desteya Tehrîr El-Şamê li beşekî ji herêma Minbicê bi cih dibin.

6 Îlon 2023 - 07:30
6 Îlon 2023 - 07:30
 0
Çekdarên Desteya Tehrîr El-Şamê li Minbicê bi cih dibin

Encûmena Leşkerî ya Minbicê ragihand ku çekdarên Desteya Tehrîr El-Şamê li gundewarê derdora Minbicê bi cih bûne.

Li gorî ragihandina Encûmena Leşkerî ya Minbicê, çekdarên Desteya Tehrîr El-Şamê li çend gundên bakur û rojavayê Minbic bi cih bûne.

Çekdar bi taybetî gundên “Yaşlî” û “Şêx Nasir” ên li bakurê rojavayê Minbicê bi cih bûne. Ew gund bi 19 kîlometreyan ji Minbicê dûr in.

Li gorî heman zanyariyan, çekdarên Desteya Tehrîr El-Şam nişteciyên wan gundan ji cih û warên wan derxistine û ketine şûna wan û çekên xwe yên giran li wan deveran bi cih kirine.

Ev yek di demekê de ye ku rewşa ewlehî û leşkerî li navçeyên bakur û rojhilatê Sûriyeyê ne cîgir e.

Li gorî ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), êrîşên çekdarên ser bi Tirkiyeyê, yên ser bi Îran û hikûmeta Sûriyeyê ve li ser navçeyên HSDê û Rêveberiya Xweser zêde bûne.

Ev nûçe bi tevahî 1044 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:18:40