Çend helîkopter gundekî Amediyê bi tundî bombebaran dikin
Li gorî agahiyan, çend helîkopteran bi tundî sînorê gundê Sigêrê yê ser bi qezaya Amêdiyê ve bombebaran kirin.

Artêşa Tirkiyê 17ê Nîsana 2022yan li deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê bi hinceta hebûna çekdarên PKKê dest bi êrişeke bi navê “Operasyona Pence-Kilîdê” kir û ew êriş heta niha jî berdewam dike.
Ji ber hebûna çekdarên PKKê li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê, artêşa Tirkiyê dem bi dem wan deveran bombebaran bike û ji bilî ziyanên canî û madî, ziyanên mezin gihîşte navçeyên çandinî û geştiyariyê.
Qeymeqamê Amêdiyê Warşîn Mayî hefteya borî ji K24ê re ragihand, ji ber hebûna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) 197 gundên sînorên Amêdiyê vala bûne.
Qeymeqamê Amêdiyê got jî: “Hebûna çekdarên PKKê bûne sedem ku gundên Amêdiyê neyin avedankirin, proje neyin cibicîkirin û xizmetguzariyên pêwîst ji gundiyan re neyin pêşkêşkirin, ji ber wê jî koçberiyek ji gundan ber bajarên sereke ve rû daye.”
Nûvekirina herî dawî: 03:05:53