Çend welatên din konsulxaneyên xwe li Herêma Kurdistanê vedikin

Fermangeha Peywendiyên Derve ya Kurdistanê ragihand, çend welatên din dê nûnertî û konsulxaneyên xwe li Herêma Kurdistanê vekin.

18 Çile 2017 - 11:24
18 Çile 2017 - 11:24
 0
Çend welatên din konsulxaneyên xwe li Herêma Kurdistanê vedikin

Berdevkê Fermangeha Peywendiyên Derve, Ebdulxaliq Mihemed ji BasNewsê re got, niha 30 konsulxan li Herêma Kurdistanê hene, dê çend welatên din jî konsulxaneyên xwe vekin.

Ebdulxaliq Mihemed her wiha got, ew welat niha li Bexdayê mijûlî bicîhanîna pirosedûrên qanûnî ne da ku li Kurdistanê konulxaneyên xwe vekin.

Berdevkê Fermangeha Peywendiyên Derve nexwast vê gavê navê wan welatan eşkere bike û got, helbet zêdebûna konsulxane û nûnertiyên biyanî li Kurdistanê gelekî girîng e çimkî di paşerojê de Kurdistan her biryarekê bide dê piştgirî bikin.

Ev nûçe bi tevahî 1728 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:27:53