CENTCOMê daxuyaniya QSDê ya 'Pêwendiya me bi PKKê re nîne' belav kir

Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) daxuyaniya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) a ‘Bi PKKê re pêwendiya me nîne’ li ser hesabê xwe yê twitterê belav kir.

12 Çile 2017 - 03:52
12 Çile 2017 - 03:52
 0
CENTCOMê daxuyaniya QSDê ya 'Pêwendiya me bi PKKê re nîne' belav kir

Li ser hesabê CENTCOMê yê medya civakî twitterê daxuyaniya bi îmzeya HSDê ku dibêje, ‘Ti pêwendiya me bi PKKê re nîne' parve kir.

CENTCOMê li ser dîmena deqa daxuyaniya HSDê, "HSD piştrast dike ku ti girêdan û pêwendiyeke wan bi PKKê re tune ye" nivîsand.

​Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Mark Toner jî 10ê Rêbendanê di civîna rojnamevanî ya rojane de, li ser PYDê diyar kiribû, ‘Pêwîst e ew jî bibin parçeyekî lêgerînên çareseriyeke berdewamî ya kêşeya Sûriyê.'


Ev nûçe bi tevahî 1314 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:14:10