CENTCOM: Hêzên Marînez dest danîn keştiyeke Îranî

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, hêzên wan bi operasyoneke deryayî û esmanî dest bi ser keştiyeke bazirganî ya Îranî de girtine ku nexwestiye fermanan bicih bîne.

20 Avrêl 2026 - 10:52
20 Avrêl 2026 - 10:52
 0
CENTCOM: Hêzên Marînez dest danîn keştiyeke Îranî

Li gorî daxuyaniya ku CENTCOMê li ser platforma X belav kiriye, hêzên Marînez ên Amerîkayê yên li ser keştiya êrîşber a "USS Tripoli (LHA 7)", dest danîne ser keştiyeke bazirganî ya bi navê "M/V Touska" ku ala Îranê lê bû.

Operasyon îro 20ê Nîsanê piştî şeş saetan ji hişyariyan pêk hat. Di destpêkê de, keştiya wêranker a Amerîkayê "USS Spruance (DDG 111)" motora keştiya Îranî ji kar xist û ew rawestand. Paşê, hêzên Marînez bi helîkopteran daketin ser keştiyê û ew bi temamî xistin bin kontrola xwe.

CENTCOMê diyar kir, keştiya "Touska" ji bo şeş saetan guh nedabû hişyariyên berdewam ên hêzên deryayî yên Amerîkayê û nexwestibû pabendî fermanan bibe. Ji ber vê serpêçiyê, hêzên Amerîkayê biryara destêwerdana serbazî dan.

Heya niha hûrgiliyên zêdetir derbarê barê keştiyê, cihê ku jê dihat û sedema sereke ya şopandina wê nehatine aşkerekirin. 

Ev nûçe bi tevahî 25 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:01:00