Li Amedê ji bo pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê şîn hate lidarxistin

Gelê Me Beşdarî Şîna Ku Lı Amedê Jı Bo Şehîdên Rojhılatê Kurdıstanê Hate Danîn Dıbın

20 Avrêl 2026 - 12:29
20 Avrêl 2026 - 12:29
 0
Li Amedê ji bo pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê şîn hate lidarxistin

Şîna ku PÊLKURD, PARTÎYA SOSYALÎST A KURDISTANÊ (PSK), PARTÎYA WELATPARÊZÊN KURDISTANÊ (PWK), TEVGERA VEJÎNÊ YA KURDISTANÊ (VEJÎN), KESAYETÊN SERBIXWE  li Amedê ji bo şehîdên Rojhilatê Kurdistanê danîn îro (20.04.2026) di saet 10.00ê de despêbû.

Şîn li Teşkîlata Amedê ya PARTÎYA WELATPARÊZÊN KURDISTANÊ (PWK) tê li dar xistin.

Li gel rêvebir û endamên PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎNê, KESAYETÊN SERBIXWE, gelek sîyasetmedar û rewşenbîren kurd û gelê me yê Amedê beşdarî vê şînê dibin.

Li cîhê şînê defterek hate danîn û gelek beşdaran di derbarê şîna pêşmergeyên şehîd û protesto kirina dewleta Îranê de bîr û ray û hestên xwe nivîsandin.

Di şînê de li ser navê PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN, KESAYETÊN SERBIXWE ji alîyê Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay ve daxuyanîyek hate xwendin.

Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Serhad Amedî, peyama spasîyê ya ku li ser navê Navenda Peywendîyan ya Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê ji organîzatorên şînê re hetibû şandin xwend. Nûnerê Pêlkurdê Koroglu Karaaslan jî peyama spasiyê ya Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê xwend.

Şîna ji bo pêşmergeyên şehîd ên Rojhilatê Kurdistanê roja 20.04.2026ê heta saet 16.00ê dê berdewam be.

Ev jî daxuyanîya hevbeş ya PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN, KESAYETÊN SERBIXWE ye:

Em êrîşên Dewleta Îranê protesto dikin

Nûnerên ragehandinê, sîyasetmedar û rewşenbîrên hêja, gelê me yê bi rûmet,

Em îro li vir şîna xuşk û birayên xwe yên pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê û hemû şehîdên Kurdistanê datînin.

Em di vê şîna xwe de bi hişmendiya neteweyî û Kurdistanî, li şehîdên xwe, li doz û têkoşîna wan xwedî derdikevin û êrîşên dewleta dagirker a Îranê û hêzên terorî yên bi wê ve girêdayî bi tundî protesto dikin.

Li gel ku niha di navbera Amerîka/Îsraîl û Îranê de agirbestek heye jî, Dewleta Îranê û hêzên terorî yên bi wê ve girêdayî hîna jî êrîşên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê û kampên sivîl ên li Başûrê Kurdistanê (ku sivîlên ji Rojhilatê Kurdistanê lê dijîn) berdewam dikin.

Di encama van êrîşên dawîn de pêşmergeya Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê  Xezal Mawlan û pêşmergeyên Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê Nada Mîrî, Samira Allayarî û Şahîn Azerberzîn şehîd ketin û çend pêşmerge jî birîndar bûn.

Di êrîşên berê de jî pêşmergeyê Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) şehîd ketibû.

Di êrîşa li ser kampên sivîl ên Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê ya li Silêmaniyê de, pêşmergeya jin Xezal Mawlan birîndar bûbû. Lê mixabin, çend nexweşxaneyên li Silêmaniyê termê wê yê birîndar qebûl nekiribûn, tedawiya wê red kiribûn û di encama vê helwestê de Xezal Mawlan şehîd ketibû. Ev rûreşî bi vê yekê jî nemabû; çend mizgeftên li Silêmaniyê jî rê nedabûn ku termê şehîd Xezalê li mizgefta wan bê şuştin. Kesayetekî Kurd ê li Silêmaniyê li mala xwe termê wê şuştibû.

Ev helwesta nexweşxaneyên Silêmaniyê, berî her tiştî, tawaneke li dijî mirovahiyê ye; tawaneke li dijî orf, adet û çanda kurdewarî ye; li dijî bîr û baweriya Îslamiyetê ye; tawaneke li dijî doza miletê Kurd e û ji dijmin û dagirkerên gelê Kurdistanê re xizmet dike.

Helbet, ew nexweşxane û mizgeftên ku ev helwest girtine, ji niha ve di dil, hişmendî û wijdanê hemû Kurd û Kurdistanîyên cîhanê de hatine mehkûmkirin.

Lê divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û wezareten peywendîdar ên Herêma Kurdistanê demildest li dijî mesûn van nexweşxane û mizgeftan dozên yasayî vekin.

Em vê rûreşiya nexweşxane û mizgeftên Silêmaniyê bi tundî şermezar dikin û rûreş dikin.

Her wiha, em êrîşên Dewleta Îranê û hêzên terorî yên bi wê ve girêdayî, û şehîdkirina pêşmergeyên Kurdistanê jî bi tundî şermezar dikin.

Em bêhelwestî û bêdengiya saziyên navneteweyî û dewletên desthilatdar jî bi tundî şermezar dikin.

Em bi hişmendî û erka neteweyî ji malbatên şehîdan re, ji rêvebir û endamên Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê û PDK-Îranê û ji hemû gelê me re sersaxiyê dixwazin; ji birîndaran re jî şîfaya xêrê dixwazin.

Em li gel xuşk û birayên xwe yên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê ne.

Em bang li Netewên Yekbû, hêzên hevpeyman ên li Iraqê û Hikûmeta Bexdayê dikin ku rê li ber êrîşên Dewleta Îranê û hêzên terorî yên bi wê ve girêdayî bigirin.

Tu êrîş û qetlîam nekarîne rê li ber têkoşîna miletê Kurd a ji bo azadî û serxwebûnê bigirin; ji îro pê ve jî nikarin rê li ber têkoşîna miletê me ya li her çar perçeyên Kurdistanê bigirin.

LKURD

PARTÎYA SOSYALÎST A KURDISTANÊ (PSK)

PARTÎYA WELATPARÊZÊN KURDISTANÊ (PWK)

TEVGERA VEJÎNÊ YA KURDISTANÊ (VEJÎN)

KESAYETÊN SERBIXWE

 

 

Ev nûçe bi tevahî 85 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:36:26