CENTCOM: Li Dêrezorê 2 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

CENTCOMê ragihdan ku li Dêrezorê di encama êrişekê asmanî de 2 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û yek jî birîndar bûye.

24 Berfanbar 2024 - 08:53
24 Berfanbar 2024 - 08:53
 0
CENTCOM: Li Dêrezorê 2 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Li gorî daxuyaniya Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM), hêzên wan li parêzgeha Dêrezorê barhilgireke çekan bombebaran kiriye.

CENTCOMê da zanîn ku di vê êrişa asmanî de barhilgira çekan hatiye îmhakirin, 2 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û çekdarek jî birîndar bûye.

CENTCOMê her wiha ragihand ku "Ev êriş li herêmeke ku berê di bin kontrola rejîma Sûriyeyê û Rûsyayê de bû pêk hat."

Di nav hefteyekê de ev cara sêyem e ku CENTCOM li Sûriyeyê êrişî DAIŞê dike.

 

Ev nûçe bi tevahî 530 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:05:35