Li Çewlîgê otobusa rêwiyan qulibî: Gelek mirî û birîndar hene

Li parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê otobusa rêwiyan wergeriya, 2 kesan canê xwe ji dest da û 16 kes jî birîndar bûn.

24 Berfanbar 2024 - 08:51
24 Berfanbar 2024 - 08:51
 0
Li Çewlîgê otobusa rêwiyan qulibî: Gelek mirî û birîndar hene

Îro berê sibehê li ser rêya di navbera Erzirom û Çewlîgê de otobusa rêwiyan a Kompanyaya Cesur Bingolê li nêzîkî gundê Kumbetê ji rê derket û wergeriya.

Di qezayê de 2 kesan canê xwe ji dest da û 16 kes jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Kanîreşê.

Piştî midaxeleya destpêkê tîmên tenduristiyê birindar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlîgê.

 

Ev nûçe bi tevahî 387 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:43:00