CENTCOMê amarên nû yên şer eşkere kirin

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) amarên herî nû yên operasyona "Xezeba Destanî" (Epic Rage) belav kirin.

7 Avrêl 2026 - 10:54
7 Avrêl 2026 - 10:54
 0
CENTCOMê amarên nû yên şer eşkere kirin

CENTCOMê daxuyand ku di nav xaka Îranê de li zêdetirî 13 hezar hedefan hatiye xistin.

Li gorî ragihandina CENTCOMê, encamên operasyonên ku 28ê Sibatê dest pê kiriye bi vî rengî ne:

  • Li nav xaka Îranê zêdetirî 13,000 hedefan hatine bombebarankirin.
  • Pirtirî 155 keştî, jêrderyayî û kelekên şer ên Îranê hatine têkbirin yan jî xisarên giran dîtine.

Şerê li deryayê û çekên bikarhatî

Amerîkayê di vê operasyonê de çekên xwe yên herî bihêz û bipêşketî bi kar anîne. CENTCOMê ew çek bi vî awayî rêz kirin:

Ji asman ve: Balafirên bombebarankirinê yên stratejîk ên wekî B1, B2 Tarmay (Spirit), B52 û balafirên şer ên F22, F35, F18, F16, F15. Her wiha helîkopterên Apache, Sea Hawk û dronên Lucas û MQ-9 hatine bikaranîn.

Ji deryayê ve: Keştiyên balafirhilgir ên nukleer, jêrderyayîyên nukleer, keştiyên têkbir û keştiyên êrişker.

Ji bejahiyê ve: Pergalên mûşekan ên THAAD, HIMARS, Patriot û pergalên dijîdron.

Armanca operasyonê çi ye?

Li gorî daxuyaniya CENTCOMê, hêzên Amerîkayê di vê operasyonê de ev xalên hestyar ên Îranê kirine armanc:

  • Navendên fermandariyê, kontrolê û baregehên Supaya Pasdaran.
  • Navendên sîxuriyê û pergalên parastina asmanî.
  • Platformên avêtina mûşekên balîstîk û mûşekên dijîkeştî.
  • Kargehên hilberîna dron û mûşekan li gel depoyên çekan ên binerdî.
  • Jêrxana piştgiriya leşkerî û navendên pêwendiyê.

CENTCOMê diyar kir ku armanca vê operasyonê rûxandina dezgehên ewlehiyê yên Îranê ye.

Gavên ewil ji bo lêdana wan cihan hatine avêtin ku li ser berjewendiyên Amerîkayê û hevpeymanên wê gefa wan a yekser hebû.

Şer ji 28ê Sibatê ve didome û Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo Tehranê dema dawî diyar kiriye da ku peymanê îmze bike û Tengava Hurmizê veke.

 

Ev nûçe bi tevahî 10 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:00:04