Hewlêr: Dron li mala sivîlan ket, 2 hevjîn şehîd ketin
Parêzgarê Hewlêrê ragihand ku dronek li gundekî nahiyeya Dareşekranê ya Hewlêrê ketiye û jin û mêrekî sivîl şehîd ketine.Dijîterora Kurdistanê jî daxuyand ku dron ji Îranê ve arasteyî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ji ajansa Rûdawê re ragihand ku dronek li gundê Zergezewiyê yê herêma Ziraretiyê ketiye xwarê.
Li gorî gotina Umêd Xoşnaw, dron rasterast li maleke sivîlan ketiye û di encamê de welatiyê bi navê "Mûsa Zirarî" û hevjîna wî Mijde şehîd ketine.
Parêzgarê Hewlêrê amaje bi wê yekê kir ku sê dron arasteyî wê herêmê hatine kirin. Du ji dronan li çolterê ketine xwarê lê ya sêyemîn li mala wê malbatê ketiye.
Dijîteror: Dron ji Îranê ve hatibû avêtin
Dijîterora Kurdistanê ragihand: "Ew drona ku li gundê Zergezewiyê li xaniyê welatiyekî ket û bû sedema şehîdketina jin û mêrekî, ji Îranê ve hatibû avêtin."
Li gorî daxuyaniya Dijîterora Kurdistanê, îro (7ê Nîsana 2026an) saet 00:15an droneke bombebarkirî ya ku ji nav xaka Îranê ve hatibû avêtin, li xaniyê welatiyekî li gundê Zergezewiyê yê nahiyeya Dareşekranê ya Hewlêrê ketiye.
Di encama êrişê de her du hevjîn bi navên Mûsa Enwer Resûl û Mijde Esed Hesen şehîd ketine.
Ji 28ê Sibatê ve (şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê dest pê kir) bi dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê bi taybetî jî êrişî bajarê Hewlêrê tê kirin.
Nûvekirina herî dawî: 14:03:23