Çinar Seid: Tirkiye li dijî serxwebûna Kurdistanê nîne

Berpirseka pilebilind ya PDKê dibêje, Tirkiye li pêşiya serxwebûna Kurdistanê nabe asteng.

23 Sibat 2017 - 14:40
23 Sibat 2017 - 14:40
 0
Çinar Seid: Tirkiye li dijî serxwebûna Kurdistanê nîne

Berpirseka pilebilind ya PDKê dibêje, Tirkiye li pêşiya serxwebûna Kurdistanê nabe asteng.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokmarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan dê roja Yekşemê li bajarê Stenbolê bicivin.

Derbarê wê serdana Serok Barzanî bo Tirkiyê, Çinar Seid Ebdulah ji ajansa Anadolu re gotiye: “Hemû serdanên Serok Barzanî bo welatên navçeyê xwedî bandoreke erênî ne, nexasim bo qayîmkirin û bihêzkirina pêwendiyên siyasî û aborî. Herwiha di wan hevdîtinan de pirsên girîng mîna rûbirûyê DAIŞê û hevahengiya di navbera Hewlêr û Enqere de, tên gotûbêjkirin.”

Çinar Seid Ebdulah her wiha gotiye: “Niha Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê bi giştî pir bi cidî û bi eşkere behsa serxwebûna Kurdistanê dikin, Tirkiye jî bi pêşwaziya xwe ya di vê demê de, tê wateya razîbûna wê bi serxwebûna Kurdistanê û dide xuyakirin ku ew welat ti pirsgirêkan di paşerojê de ji serxwebûna Kurdistanê re dernaxe.”

Ev nûçe bi tevahî 1554 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:34:14