Civîna PDK û YNKê hat paşxistin

Biryar bû roja Şemiya bê, şandên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Hewlêrê bicivin, lê belê civîn hat paşxistin.

2 Sibat 2023 - 08:25
2 Sibat 2023 - 08:25
 0
Civîna PDK û YNKê hat paşxistin

Li ser daxwaza Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dema civîna şandên PDK û YNKê bo demeke nediyar hat paşxistin.

Roja 28ê Çileya 2023an, piştî demeke têkçûna pêwendiyan, şandên PDK û YNKê li Silêmaniyê civiya û li ser kêşeyên navbera xwe û rewşa Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

Biryar bû roja Şemiya bê, 4ê Sibata 2023an, careke din PDK û YNK li Hewlêrê bicivin, lê belê li ser daxwaza YNKê civîn hat paşxistin.

Ji bilî YNKê, şanda PDKê di van çend rojan de serdana piraniya aliyên siyasî yên Kurdistanê kir, bi mebesta gotûbêjkirina li ser mijara aktîvkirina komîsyonê û mekanîzmaya hilbijartinên bê yên Parlamentoya Kurdistanê.

Îro jî şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Hewlêrê ligel Tevgera Goran dicive.

Ev nûçe bi tevahî 431 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 09:57:01