Cizrespor û Şirnak Belediye Spor jî hatin girtin

Duh ji hêla Desteya Wezareta Tirkiyê ve 3 Biryarnameyên Di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatin weşandin. Di vê çarçoveyê de Cizrespor û Şirnak Belediye Spor jî hatin girtin.

7 Çile 2017 - 03:19
7 Çile 2017 - 03:19
 0
Cizrespor û Şirnak Belediye Spor jî hatin girtin

Desteya Wezîran di çarçoveya KHK ya hejmar 679an de biryar girt ku Komeleya Kluba Sporê ya Şaredariya Şirnexê û Komeleya Klubû ya Sporê ya 73 Cizîrê bên girtin.

Di heman çarçoveyê de bi hezaran karmend, akademisyen, dozger, dadwer jî ji kar hatibûn dûrxistin û bi dehan komele jî hatibûn girtin ku di nava wan de Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê û çendên din ên kurdan jî cî digirtin.

Ev nûçe bi tevahî 1367 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:21:14