CNN: Artêşa Amerîkayê ji bo êrişê amade ye
Li gorî nûçeya CNNê, artêşa Amerîkayê amade ye ku dawiya vê hefteyê êrişî Îranê bike.

Lê tê gotin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump hîn biryara xwe ya dawî nedaye.
Trump di navbera “erê û na”yê de ye
CNNê ragihand, piştî ku Amerîkayê li Rojhilata Navîn hêzên xwe yên asmanî û deryayî zêde kirin, ji birêveberiya Trump re hatiye gotin ku vebijêrkên leşkerî dê di demek kurt de amade bibin.
Hat gotin ku Trump di civînan de hem li ser aliyên erênî û hem jî neyînî yên destwerdana (midaxele) leşkerî rawestiyaye.
Her wiha ji şêwirmendên xwe pirsîye bê ma rêya herî guncav çi ye.
Hat diyarkirin ku rayedarên payebilind ên ewlehiya neteweyî roja çarşemê li Odeya Rewşê ya Koşka Spî derbarê Îranê civiyane.
Her wiha hat eşkerekirin ku Nûnerê Taybet Steve Witkoff û zavayê wî Jared Kushner jî derbarê dan û standinên bi Îranê re agahî dane Trump.
Tevgera leşkerî
Di nûçeyê de hat gotin ku artêş amade ye vê hefteyê êrişî Îranê bike lê Trump hîn biryara xwe ya dawî nedaye.
Her wiha hat destnîşankirin ku hinek hêzên Amerîkayê yên asmanî ji Brîtanyayê ber bi cihên nêzîktirî Rojhilata Navîn ve hatine veguhastin.
Hat gotin ku hêzên deryayî yên zêde jî sewqî herêmê hatine kirin.
Li aliyê din, tê payîn ku Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio 28ê Sibatê here Îsraîlê.
Tê gotin ku Rubio dê derbarê dan û standinên bi Îranê re agahiyan bide Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu.
Nûvekirina herî dawî: 14:39:52









































































































































































