Nameya PWK û Civîna Meclîsa HAK-PARê

13 Cotmeh 2025 - 16:00
13 Cotmeh 2025 - 16:00
 0
Nameya PWK û Civîna Meclîsa HAK-PARê

Me bihîst û agahdar bûne ku PWK pêşniyarek nivîskî  ku şert û mercên yekitiyek berfireh, weke daxwaza xwe ragihandinin HAK-PARê.

Li ser wê daxwazê, hat bihîstim ku dê meclîsa HAK-PARê bersîveke bide PWK. Ez bi hêvîme ku vê carê wê daxwaza gel ya yekitiyê pêk bê. Loma hêvî û rica min ji HAK-PARê ew e ku bersîvek erênî bi şertê navê HAK-PARê û daxwaza Federalîzmê neyên guherandinê, bidin

Bi vî rengî herdu partiyên me bi hevre li ser asasê li hevkirinekê vê daxwazê pêk bînin. Pêk bînin da ku em ji barekî giran ku li ser pişta me hemiyane rizgar bibin.

Ez bi xwe li dij guherandina nava me. Ji ber ku bi ked û xebatên bê hempa ku mirov navê partiyekê di nav xwe de û di qada navneteweyî dide, nasandin gelek dem derbas dibe.

Ya din partiyek nav hatibe naskirin û mafê hilbijartinê bi dest xistibe, pêwîstiya wî navî tuneye ku bê guherîn. Lê wekî din mirov li ser li hevkirinê dikare bi destûr û bernameyeke nû xebatên xwe bidomîne. Organên partiyê di kongreyeke hevbeş de hilbijêre.

Ji bilî vê divê xala daxwaza Federasyonê ji weke xwe bimîne. Ji ber ku ew daxwaz bi fermî hatiye qebûlkirin û di destûra HAK-PARê ya fermî de cih girtiye.

Heger daxwaza herdu partiyên me hêz û qawet be, divê ev berê ji van partiyên welatparêz bê destpêkirin. Mirov deriyî xwe nagire. Piştî vê jî komîteyek li welêt û yek jî li ewropa dadimezrîne ku ew bi kes û kesayetiyan re, bi rewşenbîr û nivîskarên kurd re, bi partî û rêxistinên kurdistanî re têkilî deynin û wan jî îqna bike da ku ew jî beşdarî nava vê yekitiyê bibin. Li gor min meseleya yekitiyê bi vî awayî dikare bê çareserkirin.

Loma pêwîst e û divê gavek bê avîtin. Partî, kes û kesayetiyên me vê bibînin, bawer bikin da ku ew jî gavekê ji bona yekitiyek berfireh bavêjin.

Ji ber ku  em nizanin PWK li ser çi asasan û xalan daxwaza yekitiyê ji HAK-PARê kirine, mirov nikare tiştên asasî, rexne an têbiniyê xwe zelal bêje û veke. Lê hêvîdarim ku vê carê daxwaza gelê me ya yekitiyek berfireh pêk bê û ev bibe qismetê van herdu partiyên me yên welatparêz.

Bi ya min divê daxwaz, pirs û bersîv bi raya giştî re jî bê parvekirin. Divê rewşenbîr û nivîskarên me jî dîtinên xwe, rexne û pêşniyarên xwe bêjin. Ev meselek girîng û hesase, çiqasî fireh bê girtin dê ewqasî baş be. Yanî divê ev ji biryara meclîsa herdu partiyên me, berfirehtir bê girtin.

Pêwîst bû ku berî PWK daxwaza xwe ya yekitiyê pêşkêş bike, divê ev mijar di nav heval û komîteyên xwe de dabana gengeşekirin, an fikra wan jî hatiba girtin da ku li gor wê, daxwaza bi nivîskî bighandina HAK-PARê dê baştir ba. Ev nekirine. Ji ber ku partiyên me her çiqasî legal jî bin, lê hê xwe ji illegalîtê azad nekirine. Lê dîsa jî karekî baş kirine.

Bala xwe bidinê ku ez weke endamekî PWK nivîskar û rewşenbîrekî wê,  vê li ser tora Facebookê fêr bûm. Fêrbûm ku partiya min bi nameyekê daxwaza yekitiiyekê ji HAK-PARê kirin. Heyfe ku di mijareke weha de nerîna endaman nayê stendin.

Di nava PWK de gelek dîplomat (qesta min di nav partiyên siyasî yên ewropa de kar dikin), nivîskar, rewşenbîr û endamên komîteyên me hene. Divê berî ku meclîsa me nameyeke weha girîng binivîsandina û bişandina, ray, dîtin û ramanên wan canik û camêrana jî bigirtina. Hebûna meclîsan ji bona rêvebirina karan e. Lê gelek mirovên jîr û zana dibe ku ne di meclîsa partiyê de bin. Lê li ser xalên ku neteweyekî eleqeder dike, divê bi wan re jî bê şêwirandin, ray û fikra wan jî bê girtin.

Sedema ku li bakurê Kurdistanê yekitî bi ser nakevin yek jê jî ev e. Dema di xalek weha girîng de tenê bîr û raya meclîsan asas bê girtin, helbet wê yekitî jî pêk neyên. Dikare di meclîsa partiyande, kesên nezan, hesûd, berjewendîperest û li dij yekitiyan jî hebin. Loma tenê raya kesên weha girtinê,  problema yekitiyan çareser nabe.

Lê dîsa jî PWK bi nameya xwe ya daxwaza yekitiyê, baş kirine. Bi hêviya ku vê carê kurd bighêjin daxwaza yekitiyek berfireh

Pêşniyara min, weke endamekî PWK, weke rewşenbîr û nivîskarekî kurd ew e ku partî û kurdên dilsozên gelê xwe, yekitî û bi hevre, ji bona gelê xwe karkirinê, divê di bin sîwana HAK-PARê de, vê pêk bînin. Vekirina sîwaneke nû dê bi ser nekeve û wê bibe weke YEKBÛN, PYSK, PAK û PWK. Êdî dema kurdan ceribandinên nû tuneye. Dem pir hindik maye. Loma divê kurd û partiyên me yên siyasî destên xwe zû bilivînin, gavên bi lez biavêjin, ya na em ê bi hevre wenda bikin. Ji ber ku keştî hêdî hêdî binav dibe…

Divê êdî em bi kêmaniyên xwe, bi zanîn û kanînên xwe, bi başî û şaşiyên xwe, bi qencî û dilsoziyên xwe hevdu qebûl bikin, ji bilî wê tu rêyeke me ya din tune ye…

Her weha daxwaza min ew e ku Meclîsa HAK-PARê çi biryarê jî bigirin wê gel nameya PWKê bi raya giştî re jî parvebikin.

Bûbê Eser

 

 


Nêrînên ku di vê gotarê de hatine vegotin, yên nivîskar in û ne mecbûrî siyaseta edîtoriya Nerîna Azad dikin.
96 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:04:20