Doz û Hilbijartin - 1
Başûr gelek mûhîm û kelha rûmet û mizgînîye a Dîrokî ku bidê xwedî role û xwedî helwest û biryare. .Ger qoordîneke di nav herdû rexa de bi aqilane û di çembere hiqûq de ava bibê wê tiştne xweştir pêk werin.

Hilbijartin jibon çîye?Jibon serkeftin pêk werê çi lazim? Dema hilbijartinê de serkeftin pêk bibê, gúherin çi bibê?
Wek va pirse gelek hene ku em jî xwe bi pirsin û bersiv bidin.
Ev heye 383 sal ku Gel'ê Kûrd di her warîde wêran dibê,penaber dibê, qetil dibê û di her warîde parçe parçe bûye.Gelo,zanistê Kûrd ne ferze ku ji vê aqîbete xerab derseke Dîrokî jê derxin û bi hêz û xûrtayî pisgirêkê çareser bikin.Çime nakin gelo?
Hilbijartin jî rêçeke ku Kûrd serî lê bidin.Lê divabê Kûrd berî her tiştekî netew û yek rêzî û yek rêbazî de xwe amade bikin.Tu şensê dîtir tûneye...
Dema ev xal pêk hat wê serkeftin mîne ava zelal ,bi zelaltî cîyê xwe bigrê. Eger serkeftin pêk hat wê dost û neyar tevde lingê xwe biber xwe de bi kişînin û mecburen qedir û qîmet bidin Gel'ê Kûrd û lê gûhdar bikin,jibon ku hilbijartin ji mafê rewa yî ên ku hene yekeme.
Em werin ser nav sînorê ku Kûrd lê hene...Bakûr :Ev heye 43 sal ku şerekî tevlî hevdû di navbenda PKK û Dewleta Tirkye de berdewame..PKK çi xwest Gelê Bakûr ne go na...Lê tiştekî bâlkêşe tiştek çareser nebû.100 hezar ciwan qetil bûn.10 hezar gûnd û hewqas mezra xerabûn.3-4 mîlyon Kûrd penaber bûn. 20 hezar Kûrd Windabûn û qetil bûn.A dawî xendek dest pê bûn û 16 bajar wêran bûn û dîse bi mîlyone Kûrd penaber bûn û bi hezare hatin zîndan kirin.Kê çi got gûhdar nekirin û wek xwe kirin û ên ku wa rexne kirin ku hûn xayînin...Gelo şexsê înfaz bûne çend hezar in. .?2012-24 de hinek pêwendî yê netew pêk hatin xwestin ku astengî derxin.2014 de PDK-T 'ye hate demezerandin û fermî ava bû û çend gavê xweş avêtin,lê dema xendek dest pê bû, ew moralê germ cemidî. ?:?..
Îro biryare hilbijartinê li Tirkye dîyar bûye û 24/06/2018 de wê Gel dengê xwe bidê ,dema ku hêz û partîyê Kûrd werin cem hevdû projeke esasî pêk bînin û derkevin sehayê bawerim gelek kevir wê jî cîyê xwe rabin.
Başûr gelek mûhîm û kelha rûmet û mizgînîye a Dîrokî ku bidê xwedî role û xwedî helwest û biryare. .Ger qoordîneke di nav herdû rexa de bi aqilane û di çembere hiqûq de ava bibê wê tiştne xweştir pêk werin.
Rojhelat liser pîya ye ,lê bar jî girane ,lê jibon saha Netew û Gel'ì nefese ke mezin bistînê divabê ew jî çend gava bavê jê.Êdî divabê Kûrd serbiser li cem hevdû bin û bi qoordîne bin.Ev qoordîne bi aqilane û bi hêzeke Dîplomasî dema meşî wê gelek derî vebin û role Kûrdê dervî welat gelek mûhîme...Eger Kûrd 2018-2023 de ji îro û pêde gavê esasî ne avêjin û bi ser nekevin, çareserî bi 300 salî dîtir wê bi paş ve bikevê
Nûvekirina herî dawî: 03:05:43