Dadgeha Diyarbekirê biryara serbestberdana Keskîn Bayindir da

Dadgeha Diyarbekirê, derbarê Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir de biryara serbestberdanê da.

22 Adar 2023 - 08:14
22 Adar 2023 - 08:14
 0
Dadgeha Diyarbekirê biryara serbestberdana Keskîn Bayindir da

10emîn Dadgeha Sizayê Giran ya Diyarbekirê derbarê Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir de biryara serbestberdanê da.

Keskîn Bayindir di 23/12/2022an de li gel hevserokên 14 bajar û navçeyan hatibû binçavkirin û ew di 27ê heman mehê de hatibû zindanîkirin.

Keskîn Bayindir ji ber “endametiya rêxsitinê” dihat darizandin. Derbarê Keskîn Bayindir de ji 7 sal û 6 mehan heta 15 salan sizayê giran yê girtîgehê dihate xwestin.

Ev nûçe bi tevahî 469 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:26:36