DAIŞ li Talaferê hat bombekirin
Dezgeha Dije Terora Iraqê ragihandiye helîkoptereke şer a artêşa Iraqê îro roja yekşemê zincîre çiyayê Şêx Îbrahîm li navçeya Telaferê bombebaran kirin.

Di daxuyaniyekê de, Dijî Terorê ragihand, êrîşa asmanî li ser fermana fermandarê giştî yê hêzên çekdar û artêş û firokeyên hêzên asmanî hatiye encamdan.
Herwiha hatiye ragihandin: ‘’Di vê navberê de, veşartgehên DAIŞê li deverê hatine armanckirin.’’
Di daxuyaniyê de derbarê kuştî û birîndarên çeteyên DAIŞê de ti agahî nehat dayîn.
Nûvekirina herî dawî: 14:11:55