PAK: Em Qetlîama Meraşê(Girgumê) Rûreş Dikin

PAK bi daxuyaniyeke nivîskî komkujiya ku di 19-25ê Kanûna 1978an de li bajarê Mereşê yê Bakurê Kurdistanê pêk hat şermezar kir.

19 Berfanbar 2022 - 05:21
19 Berfanbar 2022 - 05:21
 0
PAK: Em Qetlîama Meraşê(Girgumê) Rûreş Dikin

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi daxuyaniyeke nivîskî komkujiya ku di 19-25ê Kanûna 1978an de li bajarê Mereşê yê Bakurê Kurdistanê pêk hat şermezar kir.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya PAKê wiha ye:
44 sal berê,sal1978, di navbera rojên 19 û 25ê çileya pêşîn de, li bajarê Girgumê(Meraşê), li Bakurê Kurdistanê qetlîamek li dijî xuşk û birayên me yên Kurdên Elewî hate kirin.

Ev qetlîama ji alîyê hêzên veşartî û yên aşkere yên nîjadperest û faşîst ên Dewleta Tirkîyê ve hatibû organîzekirin û li darxistin.

Di vê qetlîamê de 111 Kurdên Elewî hatin kuştin, 1500 kes jî birîndar bûn.

Di 44emîn salvegera Qetlîama Meraşê de, em vê qetlîamê û qesasên wê rûreş dikin.

Em hemû qurbanîyên vê qetlîamê bi giramî bibîr tînin.
19.12.2022

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Ev nûçe bi tevahî 472 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:49:42