DAIŞê li Kerkûk elektrîka çend deveran qut kir

Berpirsê dezgeha ragehandinê ya tora elektirîkê ya Kerkûkê Elî Keram,da zanîn ku terorîstên DAIŞê birca ​​elektirîkê jimare 26 li nahiyeya Multeqa ya parêzgeha Kerkûkê ku elektrîkê dide çend deverên parêzgeha Kerkûkê teqandin.

19 Tebax 2022 - 03:15
19 Tebax 2022 - 03:15
 0
DAIŞê li Kerkûk elektrîka çend deveran qut kir

Derbarê bûyerê de, berpirsê dezgeha ragehandinê ya tora elektirîkê ya Kerkûkê Elî Keram ji (Basnews) re ragehand: duh pêncşemê 18/8/2022 terorîstên DAIŞê birca ​​elektirîkê jimare 26 li nahiyeya Multeqa ya parêzgeha Kerkûkê ku elektrîkê dide çend deverên parêzgeha Kerkûkê teqandin.

Di berdeewamiyê jî de Elî Kerem got: "Armanca terorîstan diyar e ku ew karên wiha dikin ku zirarê bidin xelkê û ew kiryar terorîstî ye."

Ev nûçe bi tevahî 545 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:29:31