Dayikeke 83 salî hat desteserkirin

Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê Sidika Suleymanogluya 83 salî hat desteserkirin.

23 Çile 2024 - 10:40
23 Çile 2024 - 10:40
 0
Dayikeke 83 salî hat desteserkirin

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Çanakkaleyê de îro li Amedê bi ser malan de hat girtin.

Li gorî nûçeya MAyê di encama serdegirtina malan a li Amedê de dayika 83 salî Sidika Suleymanogl û bûka wê Netîce Suleymanogluya 53 salî hatin desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê kesên hatine desteserkirin birin Rêveberiya Ewlehiya ya li Sûrê.

Li gorî nûçeyê, polîsan di heman demê de bi ser mala malbatê ya li gundê Cirnokiya navçeya Hezroyê de jî girt.

Ev nûçe bi tevahî 737 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:29:29