DEM Partî: Krîza dil li Sirri Sureyya Onder da

DEM Partiyê ragihand ku Parlamenterê Stenbolê Sirri Sureyya Onder krîza dil lê daye û tîman re biriye nexweşxaneyê.

16 Avrêl 2025 - 09:54
16 Avrêl 2025 - 09:54
 0
DEM Partî: Krîza dil li Sirri Sureyya Onder da

Endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û Alîkarê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Sirri Sureyya Onder danê êvarê krîza dil lê da.

DEM Partiyê bi daxuyaniyekê ragihand û got:

“Endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û Alîkarê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Sirri Sureyya Onder, ji ber nexweşiyeke giran a dil rakirin nexweşxaneyê.

Ji aliyê bijîşkan ve midaxeleya pêwîst hat kirin. Rewşa tenduristiyê ya Onder ku tedawiya wî li Stenbolê berdewam dike, bi baldarî tê şopandin.

Dê agahdarkirinên pêwîst bên kirin.”

Sirri Sureyya Onder endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ye ku Girtigeha Îmraliyê bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re hevdîtinan dike.

Endamên Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan herî dawî bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re civiyan.

 

Ev nûçe bi tevahî 329 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:52:06