Demîrtaş: Cejna we pîroz be, Roşanê şima bimbarek bo

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demîrtaş, bi Kurdiya Kurmancî û Zazakî cejna Remezanê pîroz kir.

24 Gulan 2020 - 12:18
24 Gulan 2020 - 12:18
 0
 Demîrtaş: Cejna we pîroz be, Roşanê şima bimbarek bo

Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demîrtaş bi boneya cejna Remezanê li ser hesabê xwe yê twitterê peyamek belav kir û cejna tevahiya misilmanên cîhanê pîroz kir.

Selahattin Demîrtaş di peyama xwe de hêviya aştî, azadî û jiyaneke bi tendirustî xwest.

Demîrtaş di peyama xwe de ku ligel wêneyê bav û dayîka xwe belav kiriye bi Kurdiya Kurmancî û Zazakî got: “Cejna we pîroz be. Roşanê şima bimbarek bo.”

Selahattin Demîrtaş di 4ê Mijdara 2016an de li Amedê hate girtin û niha di Girtîgeha Edîrneyê de dimîne.

Ev nûçe bi tevahî 1608 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:23:01