Li Kerkûkê polîsekî kurd hat serjêkirin!
Li bajarê Kerkûkê polîsekî kurd ji aliyê kesên nenas ve hat kuştin.
24 Gulan 2020 - 11:59
24 Gulan 2020 - 11:59
0

Îro danê sibê polîsekî kurd bi navê Behcet Mihemed li bajarê Kerkûkê kuştî hat dîtin.
Li gorî agahiyên televîzyona K24, ew polîsê kurd ji aliyê kesên nenas ve hatiye serjêkirin.
Malbata wî dibêjin, Behcet duhî ji mal derket û êdî venegeriya.
Heta niha nayê zanîn ew polîsê kurd çima û ji aliyê kê ve hatiye kuştin.
Kaynak:
Nerina Azad
Ev nûçe bi tevahî 971 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:59:18
Nûvekirina herî dawî: 16:59:18