Deniz Naki rastî êrişa çekdarî hat

Hat ragihandin ku werzîşvanê klûba Amedsporê Deniz Naki rastî êrişa çekdarî hat.

8 Çile 2018 - 02:50
8 Çile 2018 - 02:50
 0
Deniz Naki rastî êrişa çekdarî hat

Li gor zanyariyên berdest, werzîşvanê klûba Amedsporê Deniz Naki li Almanyayê rastî êrişa çekdarî hat. Tendirustiya Naki baş e.

Deniz Naki şevê din seet li derdroa 01.15an li Almanyayê di rêya Aachenê de ji aliyê kesên nenas ve rastî êrişa çekdarî hat.

Hevalên Naki ku xwe gihandin wî ragihandin ku rewşa tendirustiya wî baş e. Piştî êrişa çekdarî polîsê alman lêkolîn da destpêkirin.

Ev nûçe bi tevahî 1887 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 08:48:24