Parlamentoya Kurdistanê di vê heftiyê de dicive

Cîgirê serokê lîcneya asayîş û navxwe li parlamentoya Kurdistanê Nazim Herkî ragehand ku, di vê heftiyê de parlamentoya Kurdistanê dicive û çend proje yasayan gotûbêj dike.

7 Çile 2018 - 12:36
7 Çile 2018 - 12:36
 0
Parlamentoya Kurdistanê di vê heftiyê de dicive

Cîgirê serokê lîcneya asayîş û navxwe li parlamentoya Kurdistanê Nazim Herkî ji BasNewsê re ragehand ku, tevî ku, heta niha bi fermî roja civîna parlamentoyê nehatiye ragehandin, lê tê çaverêkirin di roja Çarşema bê de parlamentoya Kurdistanê bicive.

Herwiha Cîgirê serokê lîcneya asayîş û navxwe li parlamentoya Kurdistanê Nazim Herkî da zanîn ku, berî 48 demijmêran li ser malpera fermî ya parlamentoya dema civînê tê belavkirin û bernameya karê civînê jî tê danîn.

Li gor daxuyaniya Herkî ji BasNewsê re civîna parlamentoyê dê li ser projeya çaksaziyê ya hikumetê be û xwendina yekem li ser were kirin û piştî wê arasteyî lîcneya pêwendîdar dibe û ew gotûbêjdikin, daku, hemû firakisyon nerîna xwe li ser bidin.

Ev nûçe bi tevahî 1408 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:53:08