Derêzor: Êrişî milîsên Îranê hat kirin

Li Dêrezorê barhilgireke çekan a milîsên bi ser Îranê ve hat bombebarankirin.

22 Hezîran 2024 - 07:06
22 Hezîran 2024 - 07:06
 0
Derêzor: Êrişî milîsên Îranê hat kirin

Bûyerê şeva borî derengê şevê li bajarokê Bûkemalê yê li rojhilatê Dêrezorê rû da.

Li gorî çavkaniyên cihî, tê texmînkirin ku droneke Hevpeymaniya Navneteweyî ev êriş pêk anîbe.

Dronê li gundê Sukeriyeyê yê Bûkemalê barhilgira çekan li ber dapoyeke çekan bombebaran kiriye.

Di encama êrişê de teqînên bihêz çêbûne û agirekî mezin girtiye cihê êrişê.

Li gorî heman çavkaniyên cihî, xeyn ji xisara ku gihiştiye depo û barhilgirê kuştî û birîndar jî hene.

 

Ev nûçe bi tevahî 455 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 08:32:41