Deriyê sînorî yê Şûşmê li pêş geştiyaran hat vekirin

Deriyê sînorî yê Şuşmê li parêzgeha Helebce ya di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê li pêş geştyaran hat vekirin.

27 Hezîran 2023 - 05:56
27 Hezîran 2023 - 05:56
 0
Deriyê sînorî yê Şûşmê li pêş geştiyaran hat vekirin

Deriyê Sînor ê Şûşmê yê li Helebceyê ye ji îro pê ve ji deriyên geştiyariyê re hat vekirin.

Deriyê sînor ku beriya niha ji deriyên bazirganî re hatibû vekirin, di encama danûstandinên li gel rayedarên Herêma Kurdistanê û Îranê de ji deriyên geştiyariyê re jî hat vekirin.

Da zanîn ku, hemwelatiyên her du welatan dê bikaribin ji deriyê sînorî re derbas bibin, ku bi merasîmeke fermî bi amadebûna parêzgarê Helebce û berpirsên Îranê hat vekirin.

Deriyê sînorî yê di nav sînorê bajarokê Tewêle de ye û 32 kîlometre dûrî navenda bajarê Helebce ye, deriyê sînorî ber bi bajarokê Nosûd ê parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê ve tê vekirin.

Ev nûçe bi tevahî 465 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:11:52