Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê lîsteya berbijêrên parlamenteriyê pesend kir

Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê (YSK) lîsteya tekez a berbijêrên parlamenteriyê pesend kir.

20 Avrêl 2023 - 03:00
20 Avrêl 2023 - 03:00
 0
Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê lîsteya berbijêrên parlamenteriyê pesend kir

14ê Gulanê xelkê Bakurê Kurdistan û Tirkiyê diçin ser sindoqên dengdanê. Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) li ser amadekarî û cîbîcîkirina rêkarên bo wê hilbijartinê berdewam e.

Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê (YSK) di vê çarçoveyê de roja Çarşemê 19ê Nîsana 2023an lîsteya tekez a berbijêrên parlamenteriyê ji bo serdema 28emîn a Parlamentoya Tirkiyê pesend kir.

Partiyên siyasî 9ê Nîsana 2023an lîsteyên xwe pêşkêşî Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê (YSK) kiribûn.

Saziya navborî heta 11ê Nîsanê dem dabû partî û hevpeymaniyên siyasî da ku kêmasiyên xwe temam bikin û di 15ê Nîsanê de jî lîsteya demkî ragihandibû.

Ev nûçe bi tevahî 892 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:49:25