Desteya Mafên Mirova ya Kurdistanê êrîşa PKKê bi tundî şermezar kir

Desteya Mafên Mirova ya Kurdistanê êrîşa PKKê bi tundî şermezar kir

27 Gulan 2022 - 05:05
27 Gulan 2022 - 05:05
 0
Desteya Mafên Mirova ya Kurdistanê êrîşa PKKê bi tundî şermezar kir

Desteya Mafên Mirova ya Kurdistanê, daxuyaniyek di derbarê kuştina sivîlan ji aliyê PKKê ve belav kir û êrîş bi tundî şermezar kir.

Desteya Mafên Mirova ya Kurdistanê li ser êrîşa do ya PKKê li dijî gundekî devera Amêdiyê daxuyaniyek belav kir û eşkere kir, di êrîşa PKKê de du zarok şehîd bûn û yek jî birîndar bû. Ew bi tundî wê êrîşa li ser xelkê sivîl şermezar û riswa dikin.

Herwiha Desteya Mafên Mirova bang li PKKê kir û got, dest ji wan karên dijmirovî berde û rêzê li serweriya Kurdistanê bigire û êdî xaka Herêma Kurdistanê ji bo armancên xwe yên xerab bikar nehîne.

Ev nûçe bi tevahî 498 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:28:42