Dezgehên hilbijartinê yên PDK û YNKê dicivin

Biryar e îro dezgehên hilbijartinê yên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bicivin.

5 Avrêl 2023 - 02:55
5 Avrêl 2023 - 02:55
 0
Dezgehên hilbijartinê yên PDK û YNKê dicivin

Ev civîn, piştî serdana şanda hevbeş a her du aliyan bo nûnerên pêkhateyên tê lidarxistin û biryar e nêrînên nûnerên pêkhateyan yên derbarê yasaya hilbijartinan tê de werin gotûbêjkirin.

Ev çaremîn civîna dezgehên hilbijartinê yên PDK û YNKê li ser pirsa aktîvkirina Komîsyona Bilind a Hilbijartinan, sererastkirina yasaya hilbijartinan û tomarkirina dengderan e.

Li gorî daxuyaniyên berê yên berpirsên her du aliyan, li ser piraniya mijarên têkildarî hilbijartinan, lihevkirin û têgihiştin heye.

Ev nûçe bi tevahî 615 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:45:00