Di derbarê bankayên Kurdistanê de Iraqê belavok weşand!
Bankaya Navendî ya Iraqê ji bankayên taybet xwest ku beşên xwe yên li Herêma Kurdistanê bigirin.

Şêwirmendê Serokê berê yê Herêma Kurdistanê, Hêmin Hewramî belavokeke Bankaya Navendî ya Iraqê weşand.
Li gorî wê belavokê, Bankaya Navendî ya Iraqê ji bankayan dixwaze ku xebat û beşên xwe yên li Herêma Kurdistanê bigirin daku bikarin beşdarî kirîn û firotina pereyên biyanî bibin.
Di wê belgeyê de hatiye xwestin ku beşên xwe heta 14ê vê mehê bigirin yana dê rastî sizayan werin.
Nûvekirina herî dawî: 01:58:27