Di derbarê Pavel Talabanî de îddiayek mezin...

Li Tirkiye ji aliyê hinek çavkaniyan ve tê gotin ku, Pavel Talabanî endezyarê rêkeftina 16 Cotmehê bi awayek nehênî hatiye Enqere û li gel serokkomarê vî welatî hevdîtinek pêkaniye.

30 Mijdar 2017 - 07:13
30 Mijdar 2017 - 07:13
 0
Di derbarê Pavel Talabanî de îddiayek mezin...

Li gorî nûçeya ku malpera Rojevakurd de cih digire tê gotin, Pavel Talabani bi rêya Îranê gihatiye Enqere û ji aliyê Balyozxana Îranê li Tirkiye ve hatiye pêşwazî kirin û bi rêya heman balyozxaneyê hevdîtin li gel Erdogan pêkaniye.

Her wiha rastiya vê nûçeyê nehatiye serastkirin. Lê ji aliyê hinek çavkaniyan ve ev yek tê xeberdan.

Ev nûçe bi tevahî 3551 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:04:06