Di navbera Mesrûr Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanî de hevdîtin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çarşemê 21ê Îlonê, pêşwazî li Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan ê li Iraq û Sûriyê Matthew McFarlane kir.

22 Îlon 2022 - 02:48
22 Îlon 2022 - 02:48
 0
Di navbera Mesrûr Barzanî  û Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanî de hevdîtin

Di civînê de pêşhat û guherînên herî dawî yên rewşa Iraqê û navçeyê û berdewambûna piştevanîkirina hêzên Pêşmerge di rûbirûbûna teror û gefên terorîstên DAIŞê hatin gotûbêjkirin.

Herwiha tekezî ligirîngiya pêşvebirina pêwendî û hevahengiya navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê ligel hêzên Hevpeymanan hat kirin ji bo parastina asayîş û seqamgîriya Iraqê.

Ev nûçe bi tevahî 638 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 09:01:46