Di şerekî de li Hewlêrê 3 kes hatin kuştin

Li Hewlêra paytext di navbera hin kesan de şerê bi kêran derket û li gor zanyariyên destpêkê di encam de 3 kes hatine kuştin.

7 Hezîran 2023 - 10:20
7 Hezîran 2023 - 10:20
 0
Di şerekî de li Hewlêrê 3 kes hatin kuştin

Li Hewlêra paytext di navbera hin kesan de şerê bi kêran derket û li gor zanyariyên destpêkê di encam de 3 kes hatine kuştin.

Ajansa Rûdawê ragihand, îro li Taxa Serkarêz a bajarê Hewlêrê di navbera hejmarek kesan de bi kêran şer derketiye.

Di encama şer de, 3 kes bi derbên kêran hatine kuştin.

Nûçegihanê Rûdwê diyar kir, hêzên ewlehiyê çûne cihê bûyerê û derbarê bûyerê de lêkolîn dest pê kirine.

Ev nûçe bi tevahî 710 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:51:20