Dijeterorê Kurdistanê: Artêşa Tirkiyê otomobîleke YBŞê li Şingalê kire armanc

Droneke artêşa Tirkiyê otomobîleke berpirsekî ewlehiyê yê YBŞê li Şingalê bombebaran kir û di encamê de, ew berpirs û pasewanekî wî hatin kuştin.

1 Adar 2023 - 07:22
1 Adar 2023 - 07:22
 0
Dijeterorê Kurdistanê: Artêşa Tirkiyê otomobîleke YBŞê li Şingalê kire armanc

Li gorî zanayriyên Dijetrora Kurdistanê, îro 1ê Adara 2023an demjimêr 12:00, droneke artêşa Tirkiyê otomobîleke berpirsekî ewlehiyê yê YBŞê li navenda qezaya Şingalê bombebaran kir û di encamê de, ew berpirs û pasewanekî wî hatin kuştin.

Di heyama 3 rojan de, ev duyem êrîşa Tirkiyê li ser YBŞê li Şingalê ye ku pêr 27ê Sibatê jî, droneke artêşa Tirkiyê otomobîleke çekdarên YBŞê li komelgeha Xanesorê ya Şingalê bombebaran kir û di encamê de berpirsekî leşkerî û 2 çekdar hatin kuştin.

Ev nûçe bi tevahî 900 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:52:26