Serokwezir Barzanî pêşwazî li Balyozê Rûsyayê li Iraqê kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 1ê Adara 2023an, pêşwazî li Balyozê Rûsyayê li Iraqê Elbrus Kutrashev û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de pêşxistina pêwendiyên dualî û pêşhatên dawî yên rewşa giştî ya Iraq û navçeyê hatin gotûbêjkirin.
Her di vê civînê de gotûbêj li ser çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Dederal de li ser binemaya destûr û karnameya hikûmetê û dabînkirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê hatin kirin.
Di beşeke din a civîna xwe de tekezî li ser serweriya yasa û parastina ewlehiya welatiyan hate kirin.
Nûvekirina herî dawî: 01:04:10