Dîsa ji ber nivîsa bi Kurdî ceza li Amedsporê hat birîn

Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) ji ber dirûşma bi Kurdî ya li ser formayê Amedsporê careke din ceza li Amedsporê birî.

1 Cotmeh 2025 - 10:46
1 Cotmeh 2025 - 10:46
 0
Dîsa ji ber nivîsa bi Kurdî ceza li Amedsporê hat birîn

Federasyonê ji ber nivîsa Kurdî ya "Koma Me Bona We" ya li ser formayên lîstikvanan care duyemîn 110 hezar lîreyê Tirkî ceza li Amedsporê birî.

TFFyê hefteya borî jî ji ber heman dirûşma 110 hezar lîreyê Tirkî ceza li Amedsporê birîbû.

Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) sedema cezayê wekî "binpêkirina rênimaya amûrên werzişî" nîşan da.

Amedsporê îtiraz kiribû

Birêvebiriya Amedsporê îtirazî cezayê ku TFFyê dabû kiribû.

Beriya ku îtiraz bên nirxandin, birîna heman cezayî ji ber heman mijarê, careke din bû sedema bertekên mezin.

Amedspor di dîroka futbolê ya Tirkiyeyê de bûbû tîma yekem ku di lîgên profesyonel de li ser formayê xwe sloganeke bi Kurdî hilgirtibû.

Tîma Amedê bi kompanyaya Tezgel Komê re peymana sponsoriyê îmze kiribû û di maça Pendiksporê de bi logoya sponsor û dirûşma  "Koma Me Bona We" derketibû qadê.

Dirûşma bi Kurdî bi erêkirina fermî ya Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê hatibû bikaranîn û ev yek di lîgên profesyonel de bûbû cara yekem.

TFFyê pêşî qebûl kir, paşê ceza da

Federasyona ku berê sponsor û dirûşma Amedsporê erê kiribû, vê carê piştî maça bi Sakaryasporê re bi hinceta "binpêkirina rênimayên amûrên sporê" 110 hezar lîre ceza li Amedsporê birî.

 

Ev nûçe bi tevahî 37 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:16:56