Donald Trump: Ez êrişan radiwestînim

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wî êriş û bombebaranên li ser Îranê 2 hefteyan rawestandine.

8 Avrêl 2026 - 09:56
8 Avrêl 2026 - 09:56
 0
Donald Trump: Ez êrişan radiwestînim

Trump destnîşan kir ku ev agirbesteke dualî ye û bi navbeynkariya Pakistanê pêk hatiye.

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê Truth Socialê daxuyaniyek belav kir.

Trump di peyama xwe de anî zimên ku ew bi Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf û Serokerkanê Giştî yê Pakistanê Asim Munîr re axiviye.

Li gorî daxuyaniya Trump, rayedarên Pakistanê ji wî xwestiye ku wê hêza wêranker a ku biryar bû îşev biçe Îranê bide sekinandin.

Mercê vekirina Tengava Hurmizê

Trump diyar kir ku wî daxwaza Pakistanê qebûl kiriye lê mercekî wî heye û got:

"Bi mercê ku Komara Îslamî ya Îranê razî bibe ku Tengava Hurmizê bi awayekî TEMAMÎ, LEZGÎN û EWLE veke, ez qebûl dikim ku bombebaran û êrişa li ser Îranê du hefteyan rawestînim. Ev dê bibe AGIRBESTEKE dualî!"

Pêşniyara 10 xalî ya Îranê

Serokê Amerîkayê li ser sedema vê biryarê jî axivî û destnîşan kir ku wan ji xwe hemû armancên leşkerî pêk anîne û derbas kirine.

Trump eşkere kir ku ew gelekî nêzîkî peymaneke dawî ne ku aştîyeke demdirêj bi Îranê re û aştiyê li Rojhilata Navîn pêk tîne û got:

“Me ji Îranê pêşniyareke 10 xalî wergirt û em di wê baweriyê de ne ku ev bingeheke guncav e da ku em li serê dan û standinan bikin."

“Nêzîkî çareseriyê ye”

Trump da zanîn ku Amerîka û Îranê li ser piraniya xalên nakok ên berê li hev kiriye.

Lê li gorî Trump, ev dema du hefteyî dê rê bide ku peyman bi temamî were îmzekirin û bidawîkirin.

Trump di dawiya peyama xwe de got, "Li ser navê Amerîkayê, wekî Serok û her wiha bi nûnertiya welatên Rojhilata Navîn, cihê şanaziyê ye ku ev pirsgirêka demdirêj nêzîkî çareseriyê ye."

 

Ev nûçe bi tevahî 19 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:59:27