Wall Street Journal: Trump ji bo gihîştina rêkeftinekê ligel Îranê ne geşbîn e

Hat ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump li hemberî gihîştina rêkeftinekê bi Îranê re ne geşbîn e. Ev yek jî dibe sedem ku Amerîka amadekariya êrişeke leşkerî ya berfireh di şeva Sêşemê de bike.

7 Avrêl 2026 - 11:01
7 Avrêl 2026 - 11:01
 0
Wall Street Journal: Trump ji bo gihîştina rêkeftinekê ligel Îranê ne geşbîn e

Rojnameya "Wall Street Journal" ji ser zarê çend berpirsên Amerîkî ragihand, Donald Trump ji ber rûniştina li ser maseya danûstandinan a Îranê ber bi bêhêvîbûnê ve diçe. Her çend hat gotin ku dibe ku di saetên pêş de "pêşketineke ji nişka ve" çêbibe, lê niha hemû amadekarî ji bo bijardeya leşkerî ne.

Koşka Spî: "Sibe cîhan dê encamê bibîne"

Berdevkê Koşka Spî têkildarî rageşiya bi Îranê re daxuyand: "Tenê Serok Trump bi xwe dizane gava bê çi ye. Heta sibe şev, hemû cîhan dê bizanibe ka gelo pir û westgehên berhemhênana elektrîkê yên li Îranê bi temamî hatine rûxandin an na."

Li gorî zanyariyên rojnameyê, danûstandkar êdî bawer nakin ku Îran berî bidawîbûna mûletê (şeva Sêşemê) daxwaza Trump a ji bo vekirina Tengava Hurmuzê qebûl bike. Ev yek rê li ber Washingtonê vedike ku jêrxana aborî û enerjiyê ya Îranê bike armanc, ku ev wekî "astê herî bilind ê şer" tê nirxandin.

Şertê tekane yê paşxistina êrişê

Malpera "Axios" jî li ser zarê berpirsekî Amerîkî diyar kir, Trump tenê di yek rewşê de dê biryara êrişê paş bixe; ew jî heke "nîşaneyên rasteqîn û cidî" ji bo rêkeftinekê bibîne. Lê heta niha di plana Amerîkayê de ti guhertin çênebûne.

Li gorî agahiyên dawî, saet 20:00 a êvara Sêşemê wekî dema destpêkirina operasyona têkşikandina jêrxana Îranê hatiye diyarkirin. Çavên hemû cîhanê li Washingtonê ne ka gelo dê fermana dawî ya şer were dayîn an na.

 

Ev nûçe bi tevahî 15 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:01:39